Du êrîşên bi otomobîlên bombekirî bûn egera kuştina çendîn kesan li Bexda ya paytextê Iraqê ew jî ser rayî tundtir kirina destûdarêt parastinê lilber ku serokkomarê Îranê seredana xwe ya du rojî li wî welatî bi domahî anî.
Polîsê Iraqê didete zanîn ku êrîşa herî bikuj ya roja duşembîyê li devera Babilmudhem ya Bexdayê çêbû, demê otomobîla bombekirî teqîyay û têda alîyê kêm 15 kes hatine kuştin û pitirî 40 kesan jî birîndar bûn.
Li rojhilata Bexdayê jî karbidestên parastinê dibêjin kesek xwekuj otomobîlek bombekirî ajote nav bingehek pişkinînê ya parastina Iraqê û têda alîyê kêm du polîs hatine kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.
Leşkerê Amerîka dîyar diket serbazên Iraqê dest bi kar bûn ku rêkê nedin ew basa biçûk biçîte nav avahîyê polîsî, dûr nîye jiber wê çendê jî jîyana gelek kesan hatibîte parastin.
Leşkerê Amerîka hêzên Îslamî yên Sunnî yên ser bi El Qaîde ve bi van êrîşan tometbar dikin.