Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkxistîya Welatên Amerîkayî îro kom dibe li ser aştîya li sê welatên endam


Rêkxistîya Welatên Amerîkayî dê dereng wext îro sêşembîyê dê civînek demûdest li Washingtonê pêk bînît da ku têda bahsê li ser berfireh bûna alozîyên li navbera Colombia, Ecuador û Venezuela da biket ew jî bi merema çareser kirina aştîyane ya wan alozîyan

Du welatên cîran roja duşembîyê kiryarek dîplomatîk ya beramber li dijberî Bogota encam dan da ku nerazîbûna xwe li hember êrîşa roja şembîyê ya derveyî tixubî nîşan bidin ku hêzên Colombia dinav Ecuadorê da dijberî grupa serhilda ya Colombia bi navê FARC birêve birin.

Wezîrê Derveyê Ecuadorê li Quitoyê got ew pêywendîyên dîplomatîk yên xwe dibirrît liber wê êrîşê û tiştên tometên nedostane hatine binav kirin ku hikumeta Ecuadorê pêywendî bi serhildayên Marksist li Colombia ve heye.

Ekuadorê daye zanîn ew bi awayek bihêz wan tometan red diket.

Venezuela jî destûr da ku balyozê Colombia û dîplomatên din Caracasê cîda bihêlin.

XS
SM
MD
LG