Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turkîye îro bombe barandin ser erdê bakûra Iraqê


Karbidestên Kurdên li bakûra Iraqê dibêjin firrokeyên leşkerî yên Turkî bombe barandine ser Herêma Kurdistanê, heftîyek piştî ku Ankara kiryareke mezin li dijî serhildayên Kurdên PKK birêvebir li wê deverê.

Karbidest dibêjin roja çarşembîyê bombe li parêzgeha Erbîlê (anku Hevlêrê) ketine ku li Herêma Kurdistanê ye û nêzî sînorê Turkîye ye. Belê demûdest tu agahî nehatîye ragihandin di derbarê birîndar an jî kuştîyan de.

Turkîye hêjta ev agahî piştrast nekirîye.

Heftîya buhorî hêzên asmanî û peyade yên Turkî kiryareke heyşt rojan li dijî serhildayên Kurd li bakûra Iraqê bi dawî anîbû. Leşkerê Turkîye dibêje wan bi kiryarê li cihên girîng yên serhildayan daye û bi kêmîve 240 milîtan kuştine. Belê serhildayan ev ragihandina derbarê kuştî û birîndarên xwe piştrast nekirîye.

Hikumeta Iraqê li Bexda ev kiryar şermezar kir û ev wek şikandina serwerîya Iraqê binav kir.

Roja heynî biryare ku serokê Iraqê Celal Talabanî seredana Turkîye bike.


XS
SM
MD
LG