Jibo McCain-yê ku li hilbijartina sala 2000 li hember Bush berbijar bû- serok Bush got ew yekî gelek wêrek e, xwedîyê kesayetîyek gelek bi hêz e û jibo ku xwe bigihîjîne vê demê sebrek mezin nîşan daye. Wî got jibo serok bûnê ev hemû îşaret û nîşanên pêdivî ne.
Li alîyê Demokratan jî bi destve anîna serkeftina li wîlayetên Ohio û Texas yên ku bi delegeyan dewlemend e, Senator Hillary Clinton berîkanîya xwe vejîyand piştî ku li hember wê li12 wîlayetan senator Obama serkeftin bi destve anîbûn. Wê herwisa li Rhode Island serkeftin bi destve anî û Obama jî li Vermont.
Di hilbijartinên berahîyê de li alîyê Partîya Komarî, John McCain li hember Mike Huckabee li Texas, Ohio, Vermont û Rhode Islandê serkeftin bi destve anîn û bû sebebê xwevekêşana fermandarê berê yê Arkansas ji hilbijartinan û wergirtina piştevanîya wî jî.
Herdu berbijarên Demokratan dê li wîlayeta Pennsylvania li hember hev rikeberîyê bikin di hilbijartina 22ê meha Adarê de. Berbijarên partîya Demokrat û Komarîyan dê li meha 11 di hilbijartina giştî ya serokatîyê de rûbirûyê hev bibin.