Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl hatin û çûn li Kenara Rojava vebir kirîye piştî hêrîşek li ser xwendîngeheka olî ve hatîye kirin


Hêzêt Îsraîlî bizava hatin û çûnê vebir kirîne li Kenara Rojava heta roja şembîyê bişev, piştî hêrîşa ji layê çekdarêt Filistînî li ser xwendîngeheka olî ya Cuhu ya li Urşelîm-Qudsê.

Evro eynîyê bi hezaran behîdar li Urşelîm-Qudsê kom bûn li behîya xwendekarêt hatîne kuştin li hêrîşa roja pêncşembîyê.

Şahid dibêjin çekdar hatin mezeleka pir li xwendîngeha Mercaz Harav yeshiva li Urşelîm-Qudsê û teqe li xelkê kir; heyşt kes kuştin û 35ê dî birîndar kirin.

Peyivdarê polîsêt Îsraîlî dibêjît çekdar hate kuştin li domahîyê û çekdar Filistînî ye û xelkê devera rojhilata Urşelîm-Qudsê ye.

Li dûv gotinên televîzyona El Menar ya ser bi Hizbullah ve grupek ji berî nûke nehatîye nas kirin ya bi navê Şehîdêt Îmam Mexnîye û Xezze ew hêrîşe bi destê xwe ve îna. Belê heta nûke ew îddîa nehatine piştrast kirin.

Peyivdarê Wezareta Derveya Îsraîlê dibêjit mebesta hêrîşê kuştina prosa aştîyê bî, belê danûstandinêt aştîyê dê her berdewam bin.

XS
SM
MD
LG