Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker dê destî ji karê xwo vekêşît li meha yek ya sala bihêt


Li dûv raporteke hatîye belave kirin balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker dê destî ji karê xwo vekêşît li meha yek ya sala bihêt.

Li dûv raporta hate belave kirin evro heynîye li rojnama Washington Post, Crocker ji hevkarêt xwo xwast ku ewî divêtin dest ji karê xwo vekêşitin, berî serok Bush postê serokatîya xwo bi domahî bînît.

Dîplomatê temen 58 salî gote Washington Post ew li ber e xwo xanenişîn bikit piştî karê 37 sala li Wezareta Derveya Amerîkî.

Eve ji sala 2007 were Crocker li Bexda ye.


XS
SM
MD
LG