Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyên Opozisyona Pakistanî bi pêkînana hukumeta hevalbendî razî bûn


Rêberên du partiyên serekiyên opozisyona Pakistanê bi pêkînana hukumeteka hevalbendî razî bûn.

Asif Ali Zardarî, hevjînê serok wezîra berî Benazîr Bhutto, û serok wezîrê berî Newaz Şerîf roja yekşembî li Islamabadê pêkînana hukumeta nu ragehand.

Wan herwesa got dadwerên bilindên welatî, ku ji layê serok Pervêz Muşerref ve li ser karên xwe hatin ladan, dîsa destbikar dibin.

Partiya Gelê Pakistanê ya xanim Bhutto (PPP) û Komkara Musilmana Pakistanê (Nawaz) ya birêz Şerîfî li helbijardinên meha bûrî piraniya dengan bidestive înan.

Serok Muşerref got ew piştevaniya hukumeta nu diket hindî aştî bête parastin.

XS
SM
MD
LG