Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lahore teqîna du bomba bûye egera kuştina alîyê kêm 24 kesan


Polîsê Pakistanê dibêjît teqîna du bombeyan li bajêrê Lahore li rojhilata Pakistanê bûye egera kuştina alîyê kêm 24 kesan.

Polîs dîyar diket ku yek ji teqînên îro sêşembîyê ofîsa Ajansa Vekolînên Federal li navenda bajêrê Lahore hingavt.

Hejîyê gotinê ye ku dinav vê bûyerê de 200 kes jî birîndar bûne.

Ji alîyekî din ve Wezîrê Dada Pakistanê planek ji alîyê rêberê opozîsyonê ve red kirîye da ku carek din dadvanên ji alîyê serok Pervez Muşerref ve hatine durêxistin li ser kar damezirînît.

Dadvanê giştî Malik Muhammed Qeyyum roja duşembîyê got serrastkirineka destûrî dê pêdivî bît jibo dubare bicîh kirina wan dadvanan û 2/3 herdu civatên qanunê divîya vê pesend bikin.

XS
SM
MD
LG