Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Brîtanya bi seredaneke ji nişkêve çû Iraqê


Wezîrê Berevanîya Brîtanî Denis Browne seredaneka ne ragihandî bo Iraqê kir jibo danûstandinan ligel qumandarê leşkerê Brîtanî.

Îro çarşembîyê birêz Brownî gehêşte Besra bajêrê başûrê Iraqê ku Wezareta Berevanîya Brîtanî bi seredaneka adetî nasand. Herwisa Wezareta Berevanîyê nexwest demê mana Brownî li Iraqê dîyar bikit û çi zanyarîyên zêdetir nedan.

Brîtanya hêzên xwo ji berî salekê li Iraqê kêm kirin belê hêjta çar hezar serbazêt heyîn li bingeheke derveyî Besra.

Ji alîyekî dî ve polîsê Iraqê got bombeka li ber rêyê du kes kuştin û dehên dî birîndar kirin li başurê Bexda û di kiryareke cuda da Hêzên Amerîkî li Iraqê gotin serbazekî Amerîkî mir piştî teqîna bombekê li ber rêyê, duhî sêşembê li bajarê Dîwanîye.

XS
SM
MD
LG