Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Amerîka xetabar diket ku rêbazeke durû bikar tînît


Çîn Amerîka xetabar diket ku rêbazeke durû bikar tînît demê Pekînê û hindek welatêt dî xetabar dike bi şikandina mafêt binaxe yêt mirovan.

Wî welatê Komunîst evro ew xetabar kirin ragihand piştî raporteka Amerîkî li ser mafên mirovan hatîye belav kirin.

Di bersiva xwe da li ser wê raportê Civata Dewletê ya Çînê behsê zêdebûna gunehkarîya kir li Amerîka û Amerîka xetabar kir ku mafêt hevwelatîyêt xwe vebir diket demê dibine endamêt Yekîtîyêt Kargeran.

Herwisa raportê nerazîbûna xwe dîyar kir li ser dagir kirina Iraqê ji alîyê Amerîka ve û dibêjît bûye eger bo pitir giriftarîyêt mirovanîyê li cîhana evro.

XS
SM
MD
LG