Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên cîhanê mixabinîya xwe dîyar dikin li ser kuştina keşeyê Keldanî


Rêberên ji seranserê dinyayê nexweşî û mixabinîya xwe dîyar dikin li ser kuştina keşeyekî Keldanî yê ku termê wî duhî pêncşemê li nêzîkî bajarê Musil ku dikeve bakûra Iraqê hatîye dîtin.

Serok Bush, Pope Benedict û serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî mirina keşeyê Keldanî Rahho mehkum dikin û bi karekî ne însanî didin nasîn.

Polîsê bajarê Musil û karbidestên Vatîkan dibêjin ku termê wî li roja pêncşemê li nîvê laşê wî li erdeke vala dîtin, piştî revankara telefona karbidestên kilîsê kirin, ku dibêjinê ka li ku derê wî termî bibînin.

Karbidest li Bexda û Vatîkan dibêjin ew rohn û eşkere nîne ka Rahho hatîye kuştin ji alîyê revankaran ve yan jî mirî jiber rewşa wî ya saxlemîyê ya xerab.

Rahho hatibû girtin ji alîyê revankaran ve li 29ê meha çûyî.



XS
SM
MD
LG