Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşvenêrê Amerîkî li ber e dest bi danûstandinên aşîtîyê digel karbidestên Îsraîlî û Felestînîya bikit


Pêşvenêrê Amerîkî li ber e dest bi danûstandinên aşîtîyê digel karbidestên Îsraîlî û Felestînîya bikit piştî tundûtûjîyan li devera Xezze.

Genreralê Amerîkî William Fraser li ber e îro înê digel serokwezîrê Felestînîyan Selam Feyyad û Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Amos Gilad de kom bibe.

General Fraser hatî destnîşan kirin ji alîyê serok Bush ve ku çavdêrîya pêşveçûna nexşa rêka aşîtîyê ku hatibû bahs kirin li sala 2003.

Ew plan daxwazê ji Îsraîlê dike bo rawestandina hemu bizavkarên xwecihên li Kenara Rojava û herwiha daxwazê ji Felestînîyan dike bo nehêlan û tepeser kirina milîtana.

Çi alî bi temamî pişka xwe di planê de bi cîh nekirî û bo dubare kirina tundûtûjîya li duhî pêncşembê ku milîtanêt Felestînî li devera Xezze bêtir ji deh muşekan avêtîne başûra Îsraîlê di besiveka hêrîşa Îsraîlê de li Kenarê Rojava ku çar milîtan kuştin.

XS
SM
MD
LG