Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq kîmyabaran kirina Kurdan li Helebçe bibîranî


Iraqê fermana ragirtina hatin û çûna otomobîla da bo xolekeka bêdengîyê wekî rêzgirtin li qurbanîyên hêrîşa Helebçe. Bi hezaran kes li sala 1988ê hatin kuştin demê hêzên Iraqî bi gazên jehrî ew bajêr bombebaran kir.

Hikumeta Seddam Huseynî ragihand ku ew hêrîş pêdivî bî bo nehêlana berhelestkara ku li demê şerrê xwînavî yê nêvbera Îran û Iraqê xwo li wî bajêrî veşartibî. Lê piştî belavebîna belgehan we xuya bî ku nîzîkî hemî qurbanî xelkê sivîl bîn û zorîna wan jin û zarok bîn.

Li roja yekşembî telefizyona niştimanî ya Iraqê bi şêweyeke rastewxo rêûresmeke bîranîna karesata Helebçe belav kir. Rêberên civakî yên xwocihî bahsê wan azar û îşkence û nexwoşîya kir ku jiber wê hêrîşê çêbîn. Ew bahsê pêdivîya qerebo kirina wan qurbanîya kir ku hêjta bi destê karvedanên gazê jahrî dinalînin.

Kîmyabaran kirina Helebçe pişkek bî li helmeteka berfirehtir li dijî Kurdên Iraqê ku bi Enfalê hate navbirin.

Cîgirê serokwezîrê Kurdistana Iraqê Omer Fettah gotarek li wê rêûresmê pêşkêş kir, wî rexne li civaka nêvnetewî girt jiber bêdengbûyîna wan li demê çêbîna wê hêrîşê da ku têkelîyên başên xwo digel hikumeta Seddam Huseynî bi parêzin. Got:

“Bi rastî ew reftareyî ew roja curetî daye ber hikumetî dîktatorî Bexa ka curet bikat be eway ka Enfal bikat ka be duwabeduwayî Halabça 182 hezar kes bê serûşûn bikat. Eger ew serdema le seryan elbanîyetî ew bahsîyan kirdaya renge ew curetî neyêbû.”

Li Enfalê bi sedan Kurdên Iraqê hatine neçar kirin ku malên xwo bihêlin û 4000 gund hatine wêran kirin. Sanîye Selah ya 42 salî dibêjît ew li sala 1988 hate neçar kirin, mala xwo li gundê Nêwşîwan bihêlît û dibêjît:


“Mecalî hebû rayêkirdibû ewê mecalî nebû, giştîyan cîratir, jin û mindal û xaro jinem be du quraze bû, êsta ewca bê serûşûne, pîyawekem bê serûşûn e, birayekem, amozayekem, yanî giştîyan bê serûşûnin. Cêhş û cahş û be teyare û bi helîkopter û be xwa hîçman derneçûwa, ta bê şik minalekam xwo agahî le sutawe le naw maleke.”

Jimareke zora Kurda hêjta bi destê nexwoşîyên henasedan û bînînê vedinalîn ku jiber gazên kîmyawî tuşî wan bûyîne.

Runiştevanên Helebçe gazindeyên xwo diken ku hikumetê zor kêm harîkarîya wan kirîye û li sala 2006ê wan xwopêşandaneka mezin kir û agir berda monumenta (anku avahîya bîranînê ya) wî bajêrî. Cêgirê serokwezîrî Omer Fettah dibêjît hikumetê soz daye bi milyonan dolara bidet bo projeyên nû li wî bajêrî, ji wan; avakirina nexwoşxanekê bi buhayê 12 milyon dolaran bo çareser kirina nexwoşên kîmyawî û bo ava kirina navendeka lêvekolînê li ser karvedanên çekên bîyolojî û kîmyewî.

Berî çend rojeka Bexda ragihand ku dê şeş milyon dolaran xerc ket bo ava kirineva Helebçeyê û dê skalayên qanunî li dijî wan kompanyayan tomar ket ku çekên kîmyawî yên bikarhatî li hêrîşan firotine hikumeta Seddam Huseynî. Li sala 2005ê dadgeheka Lahey (Hague) hukmê 15 salên zindanî li dijî bazirganekî Hollandî da bi tawana firotina maddên kîmyawî ku li hêrîşên Helebçeyê hatibûn bikarînan. Dadgehê herwisa Enfal û hêrîşên Helebçê bi jenosid navbir.

Diktor Rebwar Fettah, rêberê grupa karûbarên Enfal û Helebçe ye ku rêxistineke li Brîtanya ye, bo bi jenosid nasandina hêrîşên dijî Kurdan li Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropî kar diket dibêjît:

“Eger em van tawanan bînîne pêş ez bawer dikem ku ne bitenê harîkarîya tenahîya Kurdistana Iraqê diket lê dê harîkarîya me ket wekî civaka nêvnetewî birev pêşve biçîn, bêy ku pênasîn bi wan hêrîşa bête kirin, dê zor zehmet bît birîn sax bibin.”

Hikumeta Iraqê sêdaredana Elî Hesen El Mecîd ku bi Elî Kîmyawî dête nasîn û pismamê Seddam Huseynî ye pejirand jiber rolê wî li kîmyabaran kirina Kurdan, lê jêknegirî hene li nêvbera serokwezîrê Iraqî û serokatîya Iraqê li ser sêdaredana du karbidestên dî yên hikumeta Seddam Huseynî.

Elî El Debbax peyivdarê hikumeta Iraqî ye û dibêjît:

“Heta kêşe nêne çareser kirin, heta civata serokatî û serokwezîr jêknegirîyên xwo çareser nekin bîr û boçûnêt qanunî yên xwo çareser nekin Elî Hesen El Mecîd li paşerojeka nêzîk nahête sêdaredan.”

Hêjîyê gotinê ye El Mecîd û du karbidestên dî yên berî karbidestên leşkerî Huseyn Reşîd El Muhemmed û Wezîrê berê yê Berevanîyê Haşim Sultan El Taî li girtîxaneka leşkerê Amerîkî ne.

Leşker radigihînît ku piştî rêberên Iraqî digihîne rêkeftinekê û jêknegirîyên xwo çareser diken wan sê tawankaran teslîmî hikumeta Iraqê diket.


XS
SM
MD
LG