Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Demokrat li Florida dengdaneke din birêve nabin


Karbidestên partîya Demokrat li wîlayeta Florida ya Amerîka roja duşembîyê gotin ew dengdanek din birêve nabin li cihê wê hilbijartina berahîyê ya serokatîyê ku hatîye bettal kirin bi berîkanîya di navbera Barack Obama Hillary Clinton da.

Rêvebera Partîya Demokrat ya wê wilayetê Karen Tormen ragihandinek belav kir û têda dibêjît partîyê çendîn bijar êxistîne ber çavan ji hilbijartinên caucus ve bigre heta digehîte dengdana bi rêka namê, lê çi cihgirek nehate berdest kirin.

Karbidestên partîyê yên seranserî red kirin ku nunerên Florida jibo civîna niştimanî qebul biken weku sizayek li hember wê hilbijartina berahîyê ku li pêş wextê dîyar kirî encam dabûn.

Ragihandina Tormen da zanîn niha îdî liser karbidestên niştimanîyên partîyê maye ku çareserîyekê berdest bikin.

Hejîyê gotinê ye ku hilbijartinên Michiganê jî bi hemen egerê hatine bettal kirin.

XS
SM
MD
LG