Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeyrana sîyasî li Turkîye kûrtir dibe


Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan roja xwe bi gotûbêjan digel wezîrên xwe û endamên parlamanê derbaz kir.

Partîya desthilatdara birêz Erdogan, Partîya Dad û Geşekirinê anku AKP hatîye tometbar kirin bi nehêlana desthilata sekulera welatî, ew jî bi rêka givaşt xistina ser parlamanê da ku qedexe kirina bi dehan salan li dor serê xwe kirina dersokê dinav zankoyan da raket.

Birêz Erdogan pêda girtîye partîya wî tagirê rê û şûnên sekularên welatî ye. Wî pute nekir bi tometbarîyên vê dawîyê dê huşdarî da sebaret karîgerîya bi zarar ku arasteyî welatî tête kirin, eger bêt û dozger di qedexe kirin û helweşandina vê partîyê da serkeftî bît.

Birêz Erdogan got bi vê kiryarê demokrasî dê zerarê bibînît û got eger demokrasîyê zerar dît wê demê aborîya welatî dê tuşî giriftê bit.

Bi wan bûyerên sîyasîyên vê dawîyê bazarên diravî li Turkîye rawestan û buhayên sehm û senedan bi awayek ji nişkêva dabezîn. Ew jî digel nizim bûneka demûdest ku di buhayê diravê welatî da çêbûy.

Dadvanek dadgeha desturîya welat daye zanîn ku dê tenê çend rojan bikişînît hetanî biryar tête dan ka dê guhdarîya wê dosyayê bête kirin yan na. Lê heta eger dadgeh razî nebît li pey wê dozê biçît, li gor dîtina gelek vekoleran, pênaçît ku heft dadvan ji 11 dadvanan ku pêdivî ne jibo serkeftina wê dozê dengê xwe bidine dayêxistina wê partîyê.

Kuncenivîsa sîyasî Nuray Mert dibêjît ew dosyaye pişkek e ji meraqek zêdetir ji cihê nîgeranîyê û dibêjît "Ew meraqe dê biçît û berdewam bît, ez vê demê çi çareyekê bo nabînim, ku ne hikumet pêngavekê paşda avêjît û ne jî opozîsyon. Ne tenê partîya opozîsyonê belku hemî navend û zankoyên dadwerîyê meraq nîne pêngavekê rakin. Lewma ez çi paşerojek li hev hatinê jibo wê pirsê nabînim."

Li Turkîyê niha hemî çav li ser dadgeha destûrî ne û ka ew dê pêgirî li ser wê dosyayê biket yan na. Eger ew razî bît guhdarîya doza dayêxistinê biket, vê demê tête çaverê kirin ku Turkîye eger ne bi mehan bêt bi heftîyan berev rûyê neseqam girîya sîyasî bît.

XS
SM
MD
LG