Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dick Chaney digel serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kom bû


Cîgirê serokê Amerîka Dick Cheney mezine rêberekî Kurdê Iraqê handa alîkarîyê biketin bo derbaz kirina qanunên li hevhatina niştimanî.

Dick Cheney ku li seredaneka du rojî ye li Iraqê got Amerîka pişta xwe bi rêberê Kurd Mesud Barzanî germ diketin bo alîkarîya ava kirina stratejîeka nû ya têkelîyan di nêvbera Amerîka û Iraqê da.

Birêz Cheney roja sêşembîyê li bajarê Erbîlê anku Hewlêrê, paytextê Herêma Kurdistana Iraqê digel karbidestên Kurd kom bûbû.

Bi alîyê xwe ve birêz Barzani got wî divîya birêz Cheney piştrast biketin ku Kurdên Iraqê pêgirtinê bi destûrê Iraqê dikin û dê berdewam bin li ser rolê xwe yê baş di ava kirina Iraqeke azad û demokrat da.

XS
SM
MD
LG