Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi helkeftina salvegera pêncê ya şerrê Iraqê serok Bush gotarek xwend


Serok Bushî gotarek xwand bi helkeftina salvegera pêncê ya dagirkirina Iraqê ji alîyê Amerîka ve û berevanî ji biryara şerrî kir û huşdarî da ku heke bêne vekêşan dê bîte serkeftin bo terorîstan.

Rêzdar Bushî di gotarê xwe da li avahîyê Pentagon evro got ladana Saddam Huseynî li ser desthilatê li sala 2003 biryareka rast û dirust bû û got cîhan baştir e û Amerîka bi silamettir e, çunkî hêzêt Amerîkî rêberê Iraqê li ser desthilatê lada.

Serokê Amerîkî got di şerrê dijî terorîstan da li Iraqê, Amerîka dê serkevît û divîya serbikevît û got şikandina dijminî li wêrê dê xetera dijminan li Amerîka, li welatî kêmtir bît lê huşdarî da ku serkeftina nûke ya sist e, we heye bête guhartin û got her vekêşana hêzêt Amerîkî li paşerojê divîya nebîte xeter li ser tenahîya Iraqê.

Xwendevanên hêja yên malpera Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka heke hun bivêtin ku guh bidine raportéke li ser vê babetê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje “Raporta li ser pêncemin salvegera şerrê Iraqê" bitiqînin.
XS
SM
MD
LG