Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bin Laden li ser karîkaturên Mihemmed Pêxemberî huşdarî dide Yekîtîya Ewropa


Rêberê El Qaîde ya terorîst Usame Bin Laden dinav peyamek nû da huşdarî daye Yekîtîya Ewropa ku ew dê bi tundî dihête sizadan jiber belav kirina karîkaturên Mihemmed Pêxember dinav rojnameyên Ewropî da.

Dinav dengek tomarkirî da ku ji alîyê malpera El Îxlas ya ser bi El Qaîde ve roja çarşembîyê hate belav kirin ku hatîye gotin dengê Bin Laden bit dibêjît belav kirina wan karîkaturan êrîşek mezintir e li êrîşa têda hêzên Ewropî malên jin û zarokan bombebaran dikin.

Ew dengê tomar kirî ya li jêr serdêra Îngilîzî ya digel wêneyê vîdyoyî ji Bin Ladenî ku tifengek di destê wî de ye tête bihîstin.

Karîkaturên pêxemberê Îslamê li sala 2006ê dinav rojnameyek Danîmarîkî de hatibûne belav kirin û bûne egera çêbûna nerazîbûnên berfireh li welatên Îslamî li seranserê cîhanê.

XS
SM
MD
LG