Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush got "Newroztan mubarek"


Serok Bush pîrozbahîyên xwe arasteyî wan kesan kir ku Newrozê cejn digêrin ku roja yekê sala Farisan û Kurdan e.

Dinav ragihandinekê de ku roja çarşembîyê dereng wext hate belav kirin serokî pîrozbahîyên xwe hinartin jibo xelkê kelepura wan digerêteve jibo Îranê, Iraqê, Afganistanê, Turkîyê, Hindistanê û Asyaya Navîn cihê ku weku xuya îro pêncşembîyê cejnê Newrozê destpêdibin.

Rêzdar Bush got şahîya Newrozê malbat û hevalan digêhîne hevûdu da ku demsala ji nûve destpêkirina her tiştî pîroz bikin.

Serok Bush got Amerîka serbilind e ku erdek e jibo kesên ji gelek çand û kulturên cuda ku dikarin li ser vî erdî adetên xwe hînî nifşa xwe ya nû bikin.

Şahîya Newrozê berî vê bi hezar salan hatîye pîroz kirin û li dema ekînoksê ku roj rastewxwe li ser ekwatorê ye tête pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG