Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê pênc serbaz hatin kuştin û nehên din jî birîndar bûn


Leşkerê Pakistanî dibêje duhî pêncşemê bombehilgirekî li devê derîyê derbaz kirina bingehî xwe teqand ku dikeve başûra Weziristanê û bi kêmî pênc serbaz kuştin û herwiha bi kêmî neh kesên din jî birîndar bûn.

Heta niha çi kesî berpirsyarîyarîya xwe dîyar nekir hemberî wê hêrîşê.

Herwisa bi sedan milîtanên El Qaîde û Talîban bi kiryara radibin li herêma otonomî ya hevtixubê Afganistanê.

Serbazên Pakistanî şer û lêkdan digel milîtanan kirin bo demê çendîn salan.

Her li roja pêncşemî li Îslamabadê karbidestên Pakistanî dibêjin serok Pervez Muşerref gote parlamanî bo hilbijartina serokwezîrek nû li heftîya bêt.

Serokwezîrê nû dê bi rêveberîya hikumeteka hevalbend bike ku ji Partîya Xelk ya Pakistanê pêkhatî û herwiha ji Rêxistîya Îslamîya Pakistanî ya bi navê Muslim Link.

XS
SM
MD
LG