Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Tîbetî ya li derveyî welat dibêje di xwenîşandana de 130 kes hatine kuştin


Hikumeta Tîbetî ya li derveyî welat li Hindistanê dibêje di pevçûnên xwenîşanderan û karbidestên Çînî de li Tîbetê 130 kes hatine kuştin.

Ev komela li sirgunê berî niha gotibû ku li Lhasa bi kêmîve 80 kes hatibûne kuştin û di lêkdanên li parêzgehên din yên Çînê de jî 20 kes hatibûn kuştin. Hikumeta Çînê jimara fermî ya kuştîyên xwenîşandanên heftîya buhurî wek 19 kes radigihandibû.

Komeleyên mafên mirovan bangê li cîhanê dike ku jibo wê zordestîya li Tîbetê yarîyên Olîmpîka Pekînê li meha neh-Tebaxê boykot bikin.

Serokê Komîteya Navnetewîya Olîmpîkê(KNO) Jacques Rogge li Yunanistanê li bajarê Ancient Olyimpia ji peyamhinêran re got ku KNO xemgîn e jiber tundûtûjîya li Tîbetê. Rogge di hevpeyvînekê de gote Associated Press, ew li ser Tîbet û babetên din yên mafên mirovan bi Çînê re “dîplomasîyeke bêdeng” dimeşîne.

XS
SM
MD
LG