Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên parastina Iraqê şerrekî giran dike digel milîtanên Sadr


Melayê radîkalê Şî'a Muqtada El Sadr geffeya nerazîbûn û mangirtinên seranserî Iraqê diketin li demê ku hêzên parastina Iraqê şerrên giran digel milîtanên wî yên bi navê Ceyş'l Mehdî li Basra dikin.

Daxuyanîyeka îro sêşembîyê ji alîyê alîkarekî El Sadr, Hazim'l Aricî ve hate xwendin ku têde hatîye gotin El Sadr fermana mangirtineka medenî ya niştimanî bidetin eger hêrîşên dijî endamên bizava wî neyêne rawestandin.

Karbidestên Iraqê dibêjin di şerrê nêvbera hêzên parastinê û milîtanên Ceyş'l Mehdî yên Şî'a da îro sêşembîyê li bajarê Basra yê başûra Iraqê 12 kes hatine kuştin û 18ên din birîndar bûne.

Polîsan bend kirina hatin û çûnê danaye li jimareka bajarên başûra Iraqê weke Hille, Kud û Sumawa.

Hêzên Brîtanya li Basra kontrola bajarî dabûne hêza Iraqê li meha 12 ya par.

Ji alîyekî dî ve şer li nêvbera Ceyş'l Mehdî û hêzên hikumeta Iraqê da li Bexdayê jî îro qewimîne.

XS
SM
MD
LG