Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran berdewam Herêma Kurdistana Iraqê topbaran dike


Bo demê heft rojan hêzên Komara Îslamîya Îranê berdewamin li ser topbaran kirina gundên ser bi nahîya Carawa li sînorê Qaladizê bi hêceta jinavbirina hêzên PJAK.

Bi sedema wê topbaranê jî heta niha hevwelatîyên heyşt gundan bi temamî gundên xwo çol kirine û hindek hevwelatî çûne nav malên xizm û nêzên xwo lê hindek hevwelatî jî neçar in ku li bin naylonan dijîn.

Bi mebesta ji nêzve dîtina rewşa wî xelkî, derbider û hevkarî kirina wan şandeka Xaça Sora Nêvdewletî seredana devera Qeladizê kir û Xaça Sora Nêvdewletî pişkeke kelûpelên nav malê weku kelûpelên xwarinê li ser wan hevwelatîyên derbider de dabeş kir.

Cihê gotinê ye ku serokatîya Herêma Kurdistanê di lêdwanekê da bi tundî ew topbaran şermezar kirîye û daxwaz jî kirîye ku bilez Îran topbaran kirina gundên ser sînorê Herêma Kurdistanê ragirît.

Belê Îran berdewam e li ser wê topbaranê.

XS
SM
MD
LG