Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Pakistanê neyarekî xwe yê sîyasî bo serokwerzîrîyê da sondê


Li demjimêr 12ê nîvro serok Pervez Muşerref serpereştîya rêûresma sond xwarina dest bi karbûnê ya serokwezîrê nû Yusif Reza Gîlanî kir ku bo demê pitir ji çar sala ji desthilata birêz Muşerrefî hatibû zîndanî kirin.

Birêz Gîlanî dibêjît "Xwedê mezin harîkarîya min biket û rêkê nîşa min bidet. Amîn." Hinek ji piştevanên serokwezîrê nû hawar dikir "Bijî Bhutto!"

Eger ew li roja 27ê heyva 12 nehatiba kuştin, serokwezîra berî Benazir Bhutto bo hebî evro sonda dest bi karbînê xwariba wekî serokwezîra nû ya Pakistanê.

Partîya Gelê Pakistanê ya wê li hilbijartinên heyva borî serkeftin bi destve îna û partîya dûvda ya serokwezîrê berî Newaz Şerîf digel Partîya Gel ya Pakistanê, hevalbendîyeka dijî Muşerrefî pêk îna.

Piştî pejirandina wî ji layê parlamanî ve, serokwezîrê nû demûdest hemî dadwerên li ser kar ladayî azad kirin ku bo demê pitir ji çar heyvan li mala xwo hatibîne desteser kirin.

XS
SM
MD
LG