Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Iraqê 72 demjimêr daye milîtanan li Basra ku xwe bidine dest


Serokwezê Iraqê Nurî El Malikî sê roj muhlet dane çekdarên Şî'a yên ku li Basra ya başûra Iraqê şerrê hikumetê dikin, jibo ku ew xwe bidine dest û got ku eger ew xwe nedin dest dê ew rûbirûyî encamên wê bibin.

Malikî îro ew ferman li Basra ragihand ku li wir kiryareke mezin ya leşkerî dijî wan çekdarên Şî'a dimeşîne.

Karbidestên Iraqê dibêjin şerrê navbera hêzên hikumetê û milîtanêt Şî'a da bûye egera kuştina alîyê kêm 14 kesan û birîndar bûna bi sedan kesên din ku roja sêşembîyê li bajêrê Basra li başûrê welatî bi rêve çûyî.

Rûniştevanên Basra dayîne zanîn ku wan li dengê teqînan û şerre-tifengan guhdarî kirîne demê hêzên parastina Iraqê yekem roja operasyona berfireha xwe ya leşkerî dijberî milîtanan li wî bajarê dewlemend bi petrolê destpêkirin.

Melayê Şî'a yê Iraqê Muqtada El Sadr daxwaz ji alîgirên xwe kirîye ku xwenîşandanan dijberî êrîşên vê dawîyê û girtina endamên Leşkerê Mehdî rêk bêxin.

Yek ji alîkarên Sadr, Hazim El Aracî roja sêşembîyê ragihandinek xwand têda got melayê tundrê dê destûra serhildana sivîl bidet eger êrîş dijberî alîgirên wî demûdest nehêne ragirtin.

XS
SM
MD
LG