Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn jimara rojnamevanêt bîyanî gehêştine Lhasa paytextê Tibetê


Yekemîn jimara rojnamevanêt bîyanî gehêştine Lhasa paytextê Tibetê, piştî xwenîşadanê bi zêdegavî qewimîne dijî desthilata Çînê.

Karbidestêt Çînî digel rojnamevana çûne bo geryaneka du rojî.

Peyamhinêrekî ajansa dengubahsên Associated Press ku digel wan rojnamevana bû dibêjît hêjta Lhasa li jêr nobetdarîyeka huşyar ya polîsa ye li seranserê bajêrî.

Ragihandina navneteweyî hindek wêneyêt xwenîşadana belav kiribûn, piştî xwenîşadanê bi aştî bûyne lêkdan û zêdegavî û belav bûyne derveyî paytextî.

Belê ewe hingî Çînê rêk nedaye ragihandina serbixwe ku biçine wêrê û raportan bidin û rêk nedabû peyamhinêran biçine Lhasa û hindek deverêt dî yêt Tibetê.

Çîn dibêje wê ev pêngave avêtibû bo parastina silametîya rojnamevanan.

Bi alîyekî dî ve ragihandina dewletê li Çînê dibêjît pitir ji 600 kesan xwe daye destê karbidestan li Tibetê, piştî jimareka xwenîşandana ji alîyê xelkê Tibetê ve dijî Çînê û bûyne zêdegavî û lêkdan.

XS
SM
MD
LG