Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush rexne li endamên Kongresê girtin li ser vekêşana leşkerî ji Iraqê


Serok Bush dibêjît zêdekirina serbazên Amerîka li Iraqê destkeftên berçavên parastinê hebûye.

Îro pêncşembîyê li bajarê Dayton li wîlayeta Ohio serokî rexne li endamên Kongresa Amerîkî girtin yên ku daxwaz kirîne serbazên Amerîka bêne vekêşan yan wextek jibo wê çendê bête dîyar kirin demê got ewe karek ji wî rengî ne di wextê xwe de ye.

Birêz Bush got nîşanên dubare normal bûnê vedigerin Iraqê û wî pesna wan destkeftên qanunî yên vê dawîyê da. Lê huşdarî da ku li nav rojên mehên bihêt da dê şerrên tund bêne kirin.

XS
SM
MD
LG