Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraqê muhleta teslîm kirina çeka bo milîtanêt Şî'a dirêjtir kir


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî muhleta dayî çekdarên Şî'a li bajarê Basra dirêjtir kir jibo heta çekên xwo deynin.

Malikî di beyannamekê da dibêjit ew milîtanêt ku çekêt xwo teslîm bikin dê xelatê diravî wergirin û divêtin ku çekên xwo teslîmî hikumetê bikin sibehî şembîyê heta heyştê meha çar.

Jiberî nûke rêberê Iraqê roja heynîyê evro danaybî weku roja domahîyê jibo wergirtina çekan ji milîtanên çekdar û huşdarî dabû ku cezayê mezin hebin jibo her kesê pêgirtinê pê neket.

Li heman dem leşkerê Brîtanî ragihand firokên Hêzêt Hevpeymanan bombe havêtin Basra ku ev çende cara yekê ye jibo piştevanîya hêzêt Iraqê.

Eve ji demê şerrê Basra destpêkirî pitir ji 100 kesan hatine kuştin.

Karbidestêt Iraqê hatin û çûn li Bexda berbend kirin bo sê rojan bo ragirtina şerrî.

Li Bexda karbidest dibêjin ofîsa cêgirê serokê Iraqê Tariq'l Haşimî kefte ber hêrîşêt bomba yêt ku hatîne havêtin li ser deverê Green Zone. Belê heta nûke pitir pêzanîn nehatîne eşkera kirin.

Ji alîyekî dî ve du kesêt Amerîkî jî hatine kuştin li deverê Green Zone demê keftîne ber hêrîşêt bomba.

XS
SM
MD
LG