Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Tibetê dibêjin ew oldarêt ku geryana rojnamevanêt bîyanî aloz kirî nayêne ceza kirin


Karbidestekî mezin li Tibetê dibêjît ew oldarêt ku geryana rojnamevanêt bîyanî li Lhasa ya paytex aloz kirî, nahêne ceza kirin.

Nêzîkî 30 oldarên Budî li perestgeha Juhkang çûne pêşîya rojnamevana û gazinde kirin ku azadîya olî ya kêm e. Herwesa got Pekîn rast nabêjît ku rêberê olî Dalai Lama ku li derve dijît dest hebûbît di van xwenîşana de li dijî desthelata Çînê.

Cîgirê hikumeta Tibetê ya li jêr kontrola Çînê Bima Çîlayn dibêjît wan oldara bizav dikir ku hizra cîhanê xelet têbigihînin.

Bi alîyekî dî ve dîplomatekî Amerîkî dê yek bît ji kesêt ku evro digel karbidestên Çînê diçine seredana Lhasa.



XS
SM
MD
LG