Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl hewlê didet ku danûstandinêt aştîyê digel Surîya vejînît


Wezîrekî hikumeta Îsraîlê piştrast kir ku Îsraîl hewlê didet danûstandinêt aştîyê digel Surîye ku demekî dirêj rawestayî bûn vejînîteve.

Bunyamîn Benyuleyezer gote radyoya dewletê evro heynîyê, hikumeta wî bizavê dikit jibo Surîye vegerînîteve ser mêza danûstandinê û dibêjit Îsraîl dizanit ew dê ji gavendêt Golan berdetin li her rêkeftineka aştîyê digel Surîye.

Îsraîl ew parçe ji Surîye standibû li şerrê şeş rojî li sala 1967. Roja çarşembîyê serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert nîşan kir ku we dîyar e dê xwo amade bikitin bo danûstandinêt aştîyê bi dizîkî ve digel Surîye.

Wî herwesa got ew danûstandine dê êne kirin heke hat û Surîye qebîl ke.

Ew danûstandinêt li navbera Surîye û Îsraîlê hatibîne rawestandin li sala 2002ê, belê li sala 2007ê we dîyar e ku dê ew danûstandine berdewam bin.


XS
SM
MD
LG