Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zimbabwe partîya desthilatdar û ya rikeberîyê di hilbijartinê de encamek gelek nêz wergirt


Encamên hilbijartinê li Zimbabwe nîşan dide ku hikumet û partîya serekî ya rikeberîyê encamên gelek nêz wergirtine jibo parlamanê.

Komîsyona hilbijartina Zimbabwe îro duşem got partîya serok Robert Mugabe ZANU-PF û partîya rikeberîyê ya Movement for Democratic Change (MDC) anku bi Kurdî Bizava bo Guhertina Demokratîk di parlamanê de heta niha ji 210 kursîyan her yek wek hev 12 kursî wergirtine.

Çil demjimêr paş hilbijartinê hêjta encamên bo ka gelo kî bûye serok nehatîye ragihandin.

MDC îro dîsa îddîayên xwe dubare kirin ku dibêje ew di hilbijartinê de serkeftîye. Ev partî dibêje encamên ne temam yên gihîştine destên wan nîşan didin ku berbijarê wan Morgan Tsvangirai ji sedî 60 li hember ji sedî 30 li pêşîya serok Robert Mugabe ye.

Dereng ragihandina encamên hilbijartinê dibe egara şik û şupheyan ku dibe ku fêl û fend tevlî jimartina dengan bibe.

XS
SM
MD
LG