Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda muşek li Devera Kesk ketin ku ev dever ji alî Amerîka ve baş tê parastin


Rojek piştî ku oldarê tundrê Muqtada El Sadr agirbesê ragihand digel hêzên Iraqî û Hevalbendan, muşek li Devera Kesk ya ku li Bexda qewî tê parastin ketin.

Ji vê êrîşa roja duşembîyê tu zîyana gyanî nehatîye ragihandin ku muşek li devera ku xanîyên hikumeta Iraqê û balyozxana Amerîkî lê bûne ketine.

Herçende tundûtûjî qewimîn jî îro berbend kirina hatinûçûnê li bajêrî hate rakirin. Ji dema ku milîtanên El Sadr dest bi şerrê hêzên Iraqî û Hevalbendan kirin û heta niha ku heftîyeke, ev cara yekê ye ku karxane hatin vekirin.

Qanundanerên Iraqî gotin karbidestên Îranî roja yekşembîyê alîkarîya danûstandinê kirîye bo agirbesa bi komeleya El Sadr re..

Wan got sîyasetvanên Iraqî yên nêzî serokwezîr Nurî El Malikî çûne Îranê da ku ji karbidestê wan bixwazin ku sengîyê deynine ser El Sadr ku tundûtûjîyê rawestîne.

Îran ev agahî hêjta pişterast nekirîye.

XS
SM
MD
LG