Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Germîyan dest bi ser jimareyeke bombeyan girt


Li sinorê qeza Kefrî li devera Germîyan hêzên polîsên wê deverê dest bi ser cureke nû yên bomba ve girt ku bo cara yekê ye ew curê bomba li deverê tête dîtin.

Li ser wê rûdanê Rêveberê polîsên Germîyan rêzdar Emîd Çeto Salih bo kenalên ragihandinê da got: "Piştî polîsên Germîyan dest bi ser wan bomba da girtî, me çi şarezayîyek li ser wan curê bomba nebû, lewra bi fermî me Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê ji wî curê bomba agahdar kir."

Her çende tîmên pispor di warê helandina bomba da mane, lê çi kesekî bi şarezayî li ser wî curê bomba nebû, lewra Wezareta Navxwe jî ew bomb teslîmî hêzên fireh-netew kirin.

Derbarê hêza wan bomba jî Emîd Çetoyî got "Hêz û karîgerîya van bomba deh caran ji bombeyên maddeyê TNT bi hêztir e." Di derbarê ew cihê ku ev bombe dirust kirîn yan jî hinartîn wî got çi nivîsînek li ser nîne ku bizanîn li çi welatî hatine dirust kirin yan jî hinartin. Herwisa amade nebû guman li ser çi layanek dîyar biketin.

Cihê gotinê ye ku devera Germîyan nêzîke li sinorê Komara Îslamî ya Îranê ku li vê dawîyê çend endamên grupê terorîstî ya El Qaîde jî li wê deverê hatine desteser kirin ku dest di teqîna bajarê Silêmanîyê da hebû û yek ji wan jin bû, bi esil Kurd bûn.

Lewra bi fermî dezgehên emnî li deverê dest bi gumanê çi layanî dirust nekirîye. Her li wî demî eve demekê ye ku hindek jêder yên nefermî di wê warê de ne ku ev curê bomba ji Îranê hatibe şandin ku her çende li sînorê parêzgeha Kerkuk û Diyala çi şerr li dijî çekdarêt Leşkerê Mehdî yêt hevaldîtîyê Îranê nehatîye kirin bi taybetî li wan deverên Hêzên Kurdistan lê asê bûne û desthilata emnî di destê hêzên Kurdan da bûye.

Lê her li vî demê dîsa gumanek bo vî warî tête dirust kirin.



XS
SM
MD
LG