Li dû encamên fermî yên hilbijartina parlamanê yên roja yekşembîyê partîya serekî ya rikeberîyê li Zimbabwe li hember partîya desthilatdar ya ZANU-PF tozek bi pêş ket.
Encamên dawî nîşan didin ku bizava rikeberîyê ya bi navê Movement for Democratic Change MDC, 67 kursî wergirtine ku ji wan 62 yên partîya serekî ne û pêncên din jî yên pişka ku jê qetîyayî ne. ZANU-PF li dû wê 64 kursî wergirtine.
Komîsyona hilbijartinê ya Zimbabwe hêjta encamên hilbijartinê yên serokatîyê ku li heman roj hatibûn danan belav nekirîye ku ev jî dibe sebebê gumana fêl û fendan di jimartina dengan de.
MDC dibêje di vê pêşbirkeyê de rêberê wê û berbijarê wê yê serokatîyê Morgan Tsvangirai gelek bi pêşî serok Robert Mugabe ketîye.
Tora Bizava Piştgirîya Hilbijartinên Zimbabwe ku hevalbendîyeke komeleyên sivîl yên civakî ye û çavdêrîya dengdanê dike dibêje li gorî encamên bizava wan rêzdar Tsvangirai bi serkeftîye lê belê piranîya dengan ya bi pilleya ku jibo wekhevîya dengan bişkêne wernegirtîye.