Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Tebaxa buhurî heta niha meha Adarê bû meha herî xwînrêj li Iraqê


Jiber şerrê vê dawîyê yê navbera hêzên parastina Iraqê û milîtanên Şî'a yên girêdayî oldarê tundrê Muqtada El Sadr, jimara kuştîyên li Iraqê gihîştîye bilindtirîn pilleyê ji meha Tebaxê heta niha.

Encamên ku îro sêşem ji alî wezaretên navxweyî û parastinê û saxlemîyê hatine belav kirin bi hevre nîşan didin ku zêdeyî yek hezar Iraqîyên sivîl û karbidestên tenahîyê li meha Adarê hatine kuştin.

Ev jimar wek du cara li jimara Iraqîyên ku li meha du-Sibatê hatibûn kuştin e û bi vî awayî, ji meha Tebaxê ku lê nêzî du hezar kes hatibûn kuştin û heta niha dibe bilindtirîn jimar.

Li heftîya buhurî li çendîn bajêrên başûra Iraqê yên wek Basra, Kut û Nasirîye di şerr de bi kêmî 400 kes hatibûn kuştin.

Piştî ku li roja yekşembîyê El Sadr şervanên xwe vekêşan û bi vî awayî berbend kirin rabû, ev du rojin ku bajarê Basra piçek aş e.

XS
SM
MD
LG