Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberêt NATO dawa Albenia û Xirvatistan kirin bo danustandinêt li ser endametîya wan


Rêberêt NATO dawa Albenia û Xirvatistan kirin bo danûstandinêt li ser endametîya wana bo NATO, belê danûstandinêt digel Makedonya bi paşêxistin heta çareser kirina kêşeya li navbera Makedonya û Yunanistan, sebaret navê welatî.

Sekreterê Giştîyê NATO General Jaap de Hoop Scheffer ragihand ku ev biryara hanê bi resmî hate dan li kombûna Bukreş.

Herwisa General dibêjît ku hevalbendîya NATO soz daye ku Gurcistan û Ukrayna bikite endam belê biryar da ku hêjta ew welate ne amade ne bo endametîyê.

Li gotara serok Bushî ya li kombûna NATO li Bukreş pêşkêş kirî, serok Bush bi xêrhatina dawa welatêt nû bp endametîya NATO kir û herwisa ji NATO xwast ku endametîya welatêt dî jî qebul bikit.

XS
SM
MD
LG