Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Ewropî bo Dadê biryar da ku xistina navê PKKê nav lîsteya rêxistinên terorîst neheq e


Dîwana Adaletê dibêje xistina PKKê nav lîsteya rêxistinên terorîst neheq e. Dîwana Adaletê biryara Lijneya Wezîran ya Yekîtîya Ewropayê ya sebaret binav kirina PKKê wek rêxistinek terorîst û cemidandina çavkanîyên wê yên aborî xera kir.

Dîwana Adaletê ku li Luksemburgê ye dîyar kir ku ev biryar li gor huquqa Yekîtîyê ne qanunî ye jiber ku Yekîtî li ser vê biryarê PKKê agahdar nekirîye.

Dadgehê ev biryara xwe spart û bicih ne anîna usulê jiber ku Komîsyona Yekîtîya Ewropayê sebaret bi vê biryarê û sedemên wê agahîyek e ku ti rê nedaye PKKê, herçiqasî ku divîyana bikirana.

Heman dadgehê sebaret bi kom û rêxistinên din ku ji alîyê Yekîtîya Ewropayê ve weku terorîst hatibûn ragihandin biryarên wekî vê biryarê dabûn.

Di nav van rêxistinan da Mucahittînên Xelk ya Îranî, Partîya Komunîsta Filîpînan û rêxistina El Aqsa ku dîyar e rêxistineke Misilmanan e li Hollanda jî hene.

Sebaret bi Mucahittînên Îranî Komîsyona Ewropayê jibo biryara xwe daxuyanîyeke berfireh da vê rêxistinê lê navê vê rêxistinê hîna jî di nav rêxistinên terorîst yên Yekîtîyê de ye. Rêxistinê li dij vê yekê serî li Dîwanê dabû, lê hîna dadgehê biryara xwe eşkere nekirîye.

Yekîtîyê di meha Gulanê ya 2002an de dema ku PKK agirbeseke yek alî ragihandibû, navê PKKê xistibû nav lîsteya rêxistinên terorîst. Di sala 2004an de jî KONGRA-GEL wek terorîst hatibû binav kirin.

PKK anku Partîya Karkerên Kurdistanê bi serokatîya Abdullah Ocalanê zindankirî, ev nêzîkî 25 salin li dij dewleta Tirk şerrekî çekdarî dimeşîne da ku jibo 20 milyon Kurdên li vî welatî dijîn bêtir mafan bi dest bixin.

Meha çûyî artêşa Tirk êrîş biribû ser bakûra Iraqê ku dihat angaştin ku PKK lê bi bingehin.

XS
SM
MD
LG