Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oldarekê Krîstîyan li Iraqê hat kuştin 


Deselatdarêt Iraqî dibêjin oldarekê Krîstîyan roja şembî li Bexda hat kuştin.

Yosif Adel li pêş mala wî li Bexda ji layê çend çekdarekan vê, ku li nav otombîlekê bûn, teqe lê hat kirin û hat kuştin.

Eve çend mehe bi berdewamî hêriş dijî Krîstîyanên Iraqê dêne kirin, ku kêmatîne li welatekê zorîne Musilman.

Li meha bûrî termê oldar Paulos Ferec Rehho, ku Katolîkê Kildanî bu, li Musil hat vedîtin çend rojekan piştî revandina wî.

Her roja şembî, bi peqîna bombekê li Bexda bi kêmî ve sê kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG