Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna serok Bush û Putin bi dawî hat


Kombûna dawiya nêvbera Serokê Amerîkî George W. Bush û serokê Rusî Vladimir Putin bi dawî hat, lê negehiştine rêkeftinê liser pilanên Amerîkî bo danana sistemeka berevaniya moşekan li Ewropa.

Piştî kombûna wan li havîngeha Soçî ya Rusî, serok Bush got ew liser nexşeka karkirinê li paşerojê rêkeftin.

Piştî kombûna Soçî, serok Bush vegera Amerîka. Kombûna Soçî kombûna dawiya serok Bush û birêz Putin bû berî gera serokatiya wan bi dumahî bihên.

Moskow pilanên Amerîka bo danana sistemeka berevaniya moşekan li Polenda û komara Çîkê wekî gefekê dibînit bo ser parastina Rusiya.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG