Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Iraqê gefeya bend kirina sîyasî li komeleya El Sadr dike


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêje eger grupa melayê tundrê yê Şî’ayan Muqtada El Sadr bixwaze beşdarî pêvajoya sîyasî bibe lazime Leşkerê Mehdî hilweşîne.


Rêzdar Malikî ji medyaya Amerîkî re (ji CNN re) îro duşembîyê got heta ku Leşkerê Mehdî xwe hilneweşîne alîgirên El Sadr dê nikaribin tevlî hilbijartinên li paşerojê bibin.

Ev cara yekê ye ku rêzdar Malikî Leşkerê Mehdî destnîşan dike û daxwazê jê dike ku çekên xwe deynin.


Peyivdarê El Sadr yekser ev şert red kir û got mafê serokwezîrê Iraqê nîne ku dest di pêvajoya hilbijartinên Iraqê de werbide.

Piştevanên El Sadr nîyet heye ku li dawîya vê salê di hilbijartinên parêzgehan de beşdar bibin ku dibe bi vê hilbijartinê li Iraqê hêz dabeş bibe.

XS
SM
MD
LG