Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Zimbabwe biryara li ser encamên hilbijartina paş di êxetin


Qanunnas dibêjin Dadgeha Bilinda Zimbabwe dê heta sibehî sêşembîyê xwe bigritin bo biryar danê li ser daxwazeka rikeberîyê jibo eşkere kirina encamên hilbijartina serokatîyê.

Dema jibo rojnamevana di axift îro duşembîyê berevankarê partîya rikeber Alîk Muçadîhama got dadgehê mafên destûrî heye biryarê li ser vê pirsê bidetin, belê rojekê ragihanda biryarê paşêxistîye.

Bizava Guherîna Demokratîk ya rikeber daxwazê ji Komîsyona Hilbijartinên Zimbabwe diketin ku encamên hilbijartinên serokatîyê yên berî neh rojan aşkira bikin.

Ew dibêjitin rêberê wê Morgan Svangiri ji serok Mugabe birîye her çende çavderên serbixwe dibêjin wî hind deng nebirîne heta piranîya pêdivî destve bînitin bo gera duwê ya hilbijartina nebitin.

Têbînîyên birêz Svangiri di rojnameya The Guardian de li London belav bûne û wî rijdî li sindoqa diravîya nêvnetewî kirîye milyar dolarên alîkarîyê jibo Zimbabwe ragirin heta birêz Mugabe dest ji desthilatê berdetin.

XS
SM
MD
LG