Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq li salvegera pêncê ya daketina Bexda hatinûçûna otomobîlan berbend kir


Hikumeta Iraqê îro çarşem bo rojekê hatinûçûna otomobîlan bo rojekê berbend kir li pêncemîn salvegera bi destve xistina bajêrî ji alî hêzên bi rêberayetîya Amerîka ve.

Karbidest dibêjin hatinûçûna otomobîl û motorsîkletan ji pêncê sibêdê heta 12ê nîvê şevê bi dema xwecihî hatîye berbend kirin

Herçende asayîş hatibe şidandin jî, tundûtûjî li taxa Sadr ya Bexda berdewam bû ku bi sê êrîşên muşekan heft kes hatin kuştin û bi kêmîve 24 kesên din jî birîndar bûn, belê ne dîyar e ka gelo kî berpirsayarê vê hêrîşê ye.

Li vê taxê şerr di navbera hêzên Amerîkî û milîtanên girêdayî melayê tundre yê Şî’a Muqtada El Sadr de di qewime.

Roja sêşemê Sadr daxuyanîyekê da ku wî ew xwenîşandana li dijî Amerîka ya li Bexda bettal kirîye bi tirsa ku wê êrîş li piştevanên wî bên kirin.

______________________________________________________________________

XS
SM
MD
LG