Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bosnia Sirbekî da girtin ku guman heye dest di tawanên cengî de hebûye li dij Misilmanên sivîl


Dadgehek li Bosnia Herzegovina biryar da Sirbekî Bosnayî bête girtin yê ku guman heye dest hebûye di komelkuştina heyşt hezar Misilmanên Bosnayî de li sala 1995.

Dadgeha Tawanên Cengî ya Bosnia roja sêşemê biryar da ku polîsê taybetî yê berê Vaso Todovoric bête girtin.

Dadpirs Todovoric gunehbar dikin ku di desthebûye di girtin û înfaz kirina yek hezar zilamên Misilman da dinav rojekê de li 13ê Tîrmeha sala 1995a li gundekî rojhilatê yê bi navê Kravica.

Ew zilam sivîl bûn û xwe spartibûne bajêrokê Srebrenica ya Bosnia ku ji alî Neteweyên Yekgirtî ve dihate parastin li demê şerrê 1990.

Dadpirs dibêjin destê Todovoric herwisa di bê cih kirina 25 hezar jin, zarok û pîrên Misilman de hebûye ewên ku ji zilaman hatibûn cuda kirin û hatibûn şandin ber bi deverek din ya Bosnia ve ku ji alî leşkerê Misilmanên Bosnia ve dihate kontol kirin.

Sirbên Bosnayî li Tîrmeha sala 1995a bi ser Srebrenica girtibûn, jin û zilaman ji hev cuda kiribûn û nêzî heyşt hezar mêr û lawikan kuştibûn. Cendekê wana piştra di gorên komelkuj da hatibûn dîtin.

Dadgeha Tawanên Cengî ya Bosnia li sala 2005an hatîye damezirandin jibo ku bike Dadgeha Navnetewî ya Tawanên Cengî ya Yugoslaviaya berê bala xwe bide girîngtirîn kêşe û tawanên ku di salên 1990an de li Balkanan qewimîbûn.
____________________________________________________________________________

XS
SM
MD
LG