Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewropa bo seredanek sê rojan gihîşte Turkîye


Serokê Komîsyona Ewropî Jose Manuel Barroso îro pêncşem bo seredaneke sê rojan gihîşte Turkîye û dibêjetin ew dê rijdîyê li karbidestan biket lezê li reforman bikin bo endametîya Yekîtîyê.

Li sala 2005ê Turkîye dest bi danûstandinên endametîya Yekîtîya Ewropî kiribû belê jêknegirtirtin li ser Qibrisê û pirsên dî yên navxwe ew proseyê rawestandibû.

Duhî çarşembîyê birêz Barroso bi taybetî xema xwe dîyar kir li ser bizavên dadwerên Turkîye bo girtina AK Partî ya desthilatdar û bendkirina serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji karê sîyasî bi tawanên jinav birina binemayên ilmayet anku sekularîzma destûrê Turkîye.

Li Bruksel serokê Komîsyona Ewropî gote rojnamevana qet karekî adetî nîne partîyeke piştevanîya piranîya gelê Turkîye bi destve înabitin rûbirûyî dadgeheke wisa bitin. Wî got jî Ewropa bi tenê dê Turkîyeya wek welatekî demokratîk wergiritin.



XS
SM
MD
LG