Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush dê paşvexistina vekêşana leşkerê Amerîka ji Iraqê ragihîne


Karbidestên Amerîka dibêjin serok Bush dê piştevanîyê bike li pêşnîyaza mezine generalê xwe yê li Iraqê bo paşvexistina vekêşana serbazan ji Iraqê li meha heft Tîrmehê.

Çaverê tê kirin ku rêzdar Bush îro ev daxuyanîye li nav axaftina xwe ya li Qesra Sipî bike û li ser rêbaza xwe ya paşerojê ya bo Iraqê bi peyive.

General David Petraeus pêşnîyaz kiribû ku vekêşana serbazan ji Iraqê di meha heft-Tîrmehê de bo bi kêmî 45 rojan bête paşvexistin da ku leşker karibe "hesabên serkeftinên xwe yên vê dawîyê bike û li serê baş bifikire."

Herwisa tê çaverê kirin ku rêzdar Bush behsa serbazên ku li meha heyşt-Tebaxê hatibûn şandin bike û bêje ku dema sefera şerkerîya wan ya bo 15 mehan heta 12 mehan dê bête kurt kirin.

XS
SM
MD
LG