Şandeka hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê bi serokatiya serokê hukumeta herêmê Nêçîrvan Barzanî seredana Bexda kir.
Birêz Barzanî roja yekşembî digel serokê Iraqî Celal Talebanî û roja şembî digel seork wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî kom bû.
Şanda Kurdistanî bizavê diket bu çareser kirina kêşên mayî nêvbera Herêma Kurdistan û hukumeta fedral ya Iraqî.
Di hevpeyvînekê da digel hevkar Belên Salih li Dengê Amerîka, Mehemed Îhsan endamê şanda Kurdistanî dibêjit çend xalên serekiyên jêknegirî nêvbera Hewlêr û Bexda hene ji wan kanona neftê, benda 140, mesela Pêşmerge û bûca herêmê.
Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 5:59)