Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li deverên Sunnî yên Iraqê bi teqîna bombeyan bi kêmîve 50 kes hatin kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin bi du teqînên bomba bi kêmîve 50 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn li taxên Iraqê yên ku Erebên Sunnî lê dijîn û ku li vê dawîyê bi tenha bû.

Êrîşa yekê li Baquba qewimî dema ku otomobîleke bombebarkirî li ber xwaringehekê hate teqandin li dema firavînê li derveyê bingeheke parêzgehê yê hikumetê. Jin û zarok di nav wan qurbanîyên hêrîşê de bûn.

Polîsên Iraqî dibêjin ew çaverê dikin ku jimara kuştîyan bilindir be.

Bi kêmîve 13 kesên din jî di hêrîşa duwê de hatin kuştin li rojava Bexda li Ramadî. Agahîyên raportan li hevdû nakin derbarê çawanîya hêrîşê de, hindek dibêjin otomobîleke bombebarkirî hatîye teqandin û hindek jî dibêjin êrîşbirekî xwekuj xwe teqandîye.

Tu komele berpirsyarîya êrîşên îro nexistine stuwê xwe.

Roja duşembîyê bi êrîşên din yên li seranserê Iraqê bi kêmîve 22 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG