Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du şirketên hatin û çûna hewayê yên Amerîkî Delta û Northwest dibine yek


Du kompanya anku şirketên hatin û çûna hewayê yên Amerîkî yên bi navê Delta û Northwest biryar dan ku bibin yek şirket û bi vî awayî ew dê bibin mezintirîn şirketa firrînê li cîhanê.

Rêveberîyên herdu şirketan gotin şirketên yekbûyî dê navê Delta bi kar bînin û serokê rêveberîya Delta dê berpirsê vê şirketa nû be.

Serokên herdu kompanyayan gotin bi yekbûnê dê şirket karibe xwe bigêhîne hemu cîhanê û dê karibe firoka bişîne nêzî 400 bajêrên li 67 welatan û dê dahatîya wê ya nû nêzîkî yek milyar dolaran be.

Îro sêşem di hevpeyvînekê de Doug Steenland, serokê rêveberîya şirketa Nothwest ji CNN re got divê ku şirketa nû karên nêzî du hezar kesan bi dawî bîne belê hê berî ku herdu şirket bibin yek nîyaz hebû ku ev yek bê kirin.

XS
SM
MD
LG