Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad pesnê hêza Îranê da


" hspace=2 src="/kurdi/images/AFP_Irans_President_Mahmoud_Ahmadinejad_flashes_V_at_power_plant_30_Jan_081.jpg" width=210 align=left vspace=2 border=0>Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad di gotarê xwe da bo roja Leşkerê Îranî behsê hêz û xurtîya leşkerê Îranî kir.

Serokê Îranî evro li Tehranê di gotarê xwe da got Îran têra xwe ya xurt e ku çi welatêt hêzdar li cîhanê newêrin hêrîşê bikene ser.

Di wextê rêveçûna leşkerî da bo rêûresmêt roja leşkerî firokêt cengî û firokêt dî hindavê wan difirrîn.

Cirreyeke serekî heye linavbera Îranê û welatêt rojava yê, yek ji wan Amerîka ye jiber bernama navokî ya Tehranê.

Amerîka Îranê xetabar dike ku bizavê diket çekên navokî çêbiket belê Tehran dibêjît bernama wê bo çêkirina hêza elektrîkê ye.

XS
SM
MD
LG