Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Kenya sunda wergirtina karê xwe xwar


Serokwezîrê Kenya Raila Odinga sunda wergirtina karê xwe xwar weku pişkek ji hikumeteka nû ku hemî alî pişikdarîyê têda biken piştî rêkeftinekê bo domahî înana kêşeya ku piştî hilbijartinan destpêkirî.

Rêzdar Odinga evro sunda wergirtina karê xwe xwar li pêş serok Miwai Kibaki û Sekreterê berê yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan.

Rêzdar Annanî navberî kiribû bo rêkeftinekê linavbera rêzdar Kibaki û rêzdar Odinga û ji xelkê Kenya xwast da piştevanîya hikumeta nû ya hevalbend biken.

Wezîrê nû bo karûbarên saxlemîyê gote Dengê Amerîka ku wezîrê nû yê her nûke dest bi karê xwe kirîye û bihevre kar diken da welatê xwe tena bikeneve piştî kêşeya piştî hilbijartina.

XS
SM
MD
LG